CPJ: Di xwepêsandanên dijî hikûmetê de herî kêm 20 rojnamevan li Îranê hatine girtin
PeyamaKurd – Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê diyar kir, ji dema ku xwepêşandanên dijî hikûmetê yên hefteya borî destpê kirine, herî kêm 20 rojnamevan li Îranê hatine girtin.
CPJê ku bingeha wê li New Yorkê ye, di daxuyaniya xwe de bang li desthilatdarên Îranê kir, da ku bindestkirina rojnamevanan bidawî bîne û hemû rojnamevanên ku hatine girtin azad bike.
Herwiha Kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li CPJê Şerîf Mensûr eşkere kiriye, divê desthilatdarên Îranê "girtina wan kesan rawestîne ewên ku xwepêşandanan dişopînin û divê demildest wan berde."
Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê du hefte ne xwepêşandanên dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya bi destê polîsê ehlaqê yên Îranê ve, berdewam in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin