Li Amerîkayê balafir ket: 12 kes mirin

14 hezîran 2026 22:38

Li eyaleta Missouri ya Amerîkayê balafirekê ket. Di encama qezayê de 12 rêwiyên di balafirê de bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Li Amerîkayê balafir ket: 12 kes mirin

RûpelNews - Hat ragihandin qeza li nêzîkî balafirgeha Memorial a Butler a li eyaleta Missouriyê çêbû.

Li gor agahiyan, grubek ku idxwestin bi paraşûtê ji balafirê xwe berdin ber jêr hebûn.

Piştî ku balafir li zeviyekî dikeve agir pê dikeve û di encama ketina balafirê de 12 kesên di balafirê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Der barê sedema ketina balafirê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.