Li Amerîkayê, 500 heb gorên zarokên çermsor hatin dîtin
PeyamaKurd-Di lêkolîneke ku ji aliyê Hikûmeta Amerîkayê ve hat kirin de li qadên dibistanên daîmî, 500 gor hatin dîtin. Tê payîn ku ev gor, aîdê zarokên malbatên çermsor bin. Rapora lêkolînê nîşan daye ku li gelek eyaletên Amerîkayê, li ser zarokên çermsor pêkutiya nijadî û zilm çêbûye.
Hikûmeta Amerîkayê, bi lêkolîna ku li nêzîkî 53 qadên dibistanên daîmî kiribû de raporek amade kir. Li gorî encamên raporê, li qadên derdora van dibistanan 500 gor hatine dîtin û li gorî amarên ber dest ên ji malbatan hatine girtin, dibe ku ev gor aîdî zarokên çermsor bin. Hat ragihandin ku cara yekemîn e ji bo dibistanên ku zarokên Amerîkayiyên xwecihî bi awayê federal tê lêkolînkirin û li gorî lêkolînê, dibe ku hejmara van goran hinek din jî zêde bibe.
Wezîra Karên Navxweyî ya Amerîkayê Deb Haaland a ku ew bixwe jî ji malbateke çermsor e, li ser mijarê daxuyaniyekê da û ragihand ku her yek ji van goran, aîdê malbatên ku zarokên wan wenda bûne. Haaland got, “Encamên polîtîkayên dibistanên daîmî yên ji bo çermsoran, cihê dilêşiyê ye û nayên înkarkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin