Li Amedê qeza: 3 birîndar
Li Çarxara Kantarê ya Amedê di qezaya trafîkê de sê kes birîndar bûn, yek bi giranî.
RûpelNews - Li Çarxara Kantarê du wesayît li hev ketin û nekarîn werin bikaranîn.
Birîndar bi ambulansên ku hatine cihê bûyerê rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û niha tên dermankirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
