Li Amedê êrîşeke çekdarî li şaxa Yapı Krediyê hat kirin
Êrîşek çekdarî li şaxa Banka Yapı Kredi, ku beşek ji Koç Holdingê ye, li Amedê hat kirin. Di dema êrîşê de gule li kepenkên bankê ketin.
RûpelNews - Êrîşên çekdarî li ser saziyên girêdayî Koç Holdingê li Tirkiyeyê berdewam dikin. Piştî êrîşên li Stenbol û Antalyayê, ji Amedê êrîşeke din hat ragihandin.
Êrîşeke çekdarî li şaxa Banka Yapı Kredi, ku beşek ji Koç Holdingê ye, li Amedê hat kirin. Di dema êrîşê de gule li kepenkên bankê ketin.
Li gorî Amida Haberê, bûyer duh bi şev li dora saet 23:30an li navçeya Surê ya Amedê qewimî. Kesên nenas êrîşeke çekdarî li ser şaxa Banka Yapı Kredi, ku aîdî koma Koç e, kirin.
Dema ku karmendan sibehê bankê vekirin, li ser pencereyan şopên guleyan dîtin û rewş ji polîsan re ragihandin. Tîmên ji Daîreya Polîsan a Amedê li pêş û derdora banka ku êrîş lê qewimî lêkolîn kirin. Ji ber lêpirsînê, tîman Kolana Gazî ji trafîkê re girtin.
Piştî êrîşê şaxa bankê demkî hate girtin û tabelayek li ser nivîsandî "Şaxa me nikare xizmetê pêşkêş bike; hûn dikarin ji şaxên din piştgirî werbigirin" hate daliqandin.
