Li Amedê êrîşeke nû li ser bankaya Rahmî Koç

09 hezîran 2026 14:05

Piştî ku karsazê navdar ê Tirkiyeyê Rahmi Koç sivikatî li jinên kurd kir êrîşeke din a bi çek li bankayên wî hatin kirin.

Li Amedê êrîşeke nû li ser bankaya Rahmî Koç

RûpelNews - Li navçeya Yenişehir a Amedê bi çek êrîşeke din li bankaya Gruba Koç hat kirin. Di bûyerê de tu tişt bi tu kesî nehat. 

Tîmên polêsan sewqî cîhê bûyerê hatin kirin û li ser bûyerê xebat hatin destpêkirin.

Berê niha jî li navçeya Sûr a Amedê êrîşeke bi çek li dijî bankaya Gruba Koç hatibû lidarxistin.

Rahmî Koç ê karsaz ê xwediyê Holdînga Koçê ye berê niha dema vekirina nexweşxaneyeke li Îzmîrê xwedêgiravî di ser pêkenokek re sivikatî li jinên kurd kir û gotinên wî nîjadperestî di nav civakê de bû sedema reaksiyoneke mezin û bertekên meizn li wî hatin nîşandan.

Ji ber gotinên wî der barê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin.