Li Swîsreyê êrîşeke çekdarî
Li bajarokê Aarau yê Swîsreyê di dema çalakiyeke ku nêzîkî 3 hezar û 500 kes beşdar bûn de gule hatin reşandin. Di êrîşê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. Polîsan ji bo girtina gumanbar an gumanbaran operasyoneke berfireh daye destpêkirin.
RûpelNews - Sibeha Yekşemê li bajarokê Aarau yê Swîsreyê, di çalakiyekê de ku nêzîkî 3 hezar û 500 kes beşdar bûn, êrîşeke çekdarî pêk hat.
Polîsê Kantona Aarau ragihand ku di êrîşê de herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest daye û pênc kesên din jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Dengê nêzîkî 10 guleyan hat bihîstin
Di vîdyoyekê de ku ji aliyê rojnameya swîsrî Blick ve hatiye weşandin, ku tê gotin li nêzîkî cihê bûyerê hatiye tomarkirin, dengê nêzîkî 10 guleyan dihat bihîstin.
Piştî êrîşê, polîsan operasyoneke berfireh ji bo lêgerîna kes an kesên berpirsiyar da destpêkirin.
Polîsan diyar kir ku "motîvên muhtemel û şert û mercên teqez ên bûyerê ne diyar in" û di heman demê de xwe ji parvekirina ti agahiyan derbarê gumanbar an gumanbaran de dûr girt.
Herwiha helîkoptereke leşkerî jî hat erkdarkirin
Li gorî ajansa nûçeyan a lezgîn a swîsreyî BRK News, helîkoptereke Super Puma ya Artêşa Swîsreyê jî wekî beşek ji operasyonê li herêmeke berfireh li nav û derdora Aarauê hat erkdarkirin.
Destehilatdaran ji gel xwest ku heta operasyon berdewam dike, ji devera ku êrîş lê qewimî dûr bisekinin.
Aarau bi qasî 40 kîlometre li rojavayê Zurîhê ye.
