Li Amedê du malbatên ku şer kiribûn li hev hatin

01 gulan 2026 19:02

Li Amedê, dijminatiya di navbera malbatên Gul û Polat de, ku 1.5 sal berê bi bûyerek ji ber nakokiya erdê dest pê kiribû û bûbû sedema birîndarbûna 5 kesan, bi aştî bi dawî bû.

Li Amedê du malbatên ku şer kiribûn li hev hatin

RûpelNews - Nêzîkî salek û nîv berê, li gundikê Girav û Dergeh ên gûndê Gola ya Çermûgê, di navbera malbatên Gul û Polat de ji ber nakokiya erdê şerek derket û bû sedema birîndarbûna 5 kesan.

Bi hewldanên Yusuf Kirvar, serokê eşîra Kirvar a navçeya Sêwregê ya Rihayê, û şandeyeke aştiyê, dijminatiya di navbera malbatan de bi aştî çareser bû.

Bername, ku bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir, bi gotarek li ser aştî û biratiyê ji aliyê Muftiyê Navçeya Çermûgê Burhan Kizilarslan ve berdewam kir. Serokê eşîra Kirvar Yusif Kirvar ji bo helwesta wan a erênî di pêkanîna aştiyê û bidawîkirina dijminatiyê de spasiya aliyan kir. Bername bi lêborîna hevbeş, dua û vexwarinên xweş bi dawî bû.