Li Afxanistanê lehiya dijwar: 50 kesan can dan

16 nîsan 2024 19:02
Li Afxanistanê lehiya dijwar: 50 kesan can dan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Afxanistanê di encama lehiya ku ji ber barana zêde rabû de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn.

Barana zêde ya ku ji hefteya borî ve dibare, ji 34an 20ê parêzgehên Afganîstanê bû sedema rabûna lehiyên mezin.

Berdevkê Ajansa Karesatan a Neteweyî ya Afxanistanê Janan Saeq bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber barana zêde û lehiyê li parêzgehên Parwan, Uruzgan û Pencşîrê 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û 36 kes jî birîndar bûne.

Berdevk Saeq diyar kir ku ji ber lehiyê zêdeyî 600 xanî, hezar û 950 donim zeviyên çandiniyê û 75 kîlometre rê tûşî ziyanê bûne û zêdetirî 200 dewar jî telef bûne.

Saeq her wiha diyar kir ku bi piştgiriya saziyên alîkariyê, ji bo 22 hezar û 851 malbatên ku ji ber lehiyê ziyanê dîtine alîkarî hatiye kirin û pêvajoya gihandina alîkariyan ji bo herêmên lehî lê rabûne didome.