Hejmara miriyên lehiyan zêde bû: Bandor li ser zêdetirî 6 milyon kesan çêbû
24 tebax 2024 01:00
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di encama lehiyên piştî barana mûsonê yên li Hindistan û Bangladeşê her diçe zêde dibe.
Li gorî ragihandina çavkaniyan li Hindistanê 23 û li Bangladeşê jî 13 kes di encama lehiyên piştî baranên mûsonê yên 4 roj in bênavber dibarin de, can dane.
Hate diyarkirin ku heta niha li Hindistanê zêdetirî 1.7 milyon welatî û li Bangladeşê jî 4.4 milyon kes di bin bandora lehiyan de mane ku bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Lehiyan ji bilî ziyanên canî ziyaneke mezin a binesaziya bajaran jî bi xwe re aniye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Koreya Basûr - Hejmara miriyên sewata daristanan zêde bû
26 adr 2025
Jiyan
Hejmara miriyên bahoza Chidoyê zêde bû
18 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin