Li Afganistan ji aliyê Talîbanê zêdetirî 60 sîvîlan hatin revandin
PeyamaKurd - Ji aliye rayedarên Afgan hat ragihandin ku, Talîbanê di hindurê hefteyekê de, 60 sîvîl hatiye revandin.
60 kesên sîvîl li Daykunî ya piranîya wê Şîa ye, hatine dîl girtin. Lê sedema vê dîlgirtinê hîn nayê zanîn.
Walîtîya Daykunî dîyar kir ku, ji dîlgirtîyan 26 zarok û jin hatine berdan û pêşengên herêmê bo berdana sîvîlên din jî dest bi danûstendinan kirine.
Amerîka û Talîbanê li ser peymaneke aşitiyê li hev kiribûn, lê berpirsên Afganistanê dibêjin ku, wê rêxistinê di demên dawî de ji nû ve dest bi êrîşên li dijî sîvîlan kirine.
Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Afganistanê da zanîn ku, Talîbanê di hefteyeke dawî de 42 sîvîl kuştine û ji 100 sîvîlan zêdetir jî birîndar kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin