Wezîrê Çînê bi serdaneke surprîz çû Afganistanê û ji aliyê Talîbanê ve hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Çîn bû yekem welatê ku serdaneke pilebilind bo rêveberiya demkû ya Tevgera Talîban a Afganistanê dike.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro 24ê Adarê bi serdaneke fermî gihîşt Kabul a paytexta Afganistanê û ji aliyê berpirsên hikûmeta demkî ya Tevgera Talibanê ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi li Pakistanê beşdarî Rêxistina Alîkariya Îslamî ya li Islam Abadê bûbû û ji wir jî bi awayekî surprîz îro derbasî Afganistanê bû.
Wang Yi li Balafirgeha Kabulê ji aliyê Wezîrê Derve yê Îmareta (Mîrektiya) Îslamiya Afganistanê Emîrxan Muteqî ve hat pêşwazîkirin.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Çînê di demeke ku hîn Çînê bi fermî pênase li deshilatdariya Tevgera Talîbanê nekiriye pêk hat ku ev tê wateya naskirina fermî ya hikûmeta demkî ya Talîbanê.
Berpirsê pilebilind ê Tevgera Talibanê Ehmed Yasir li ser serdanê gotiye, “Wezîrê Derve yê Çînê gihîşte Kabulê ji bo ligel serkirdeyên Emîrtiya Îslamî gotûbêjan bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin