Wezîrê Berevaniyê yê Estonîya bi serdaneke fermî gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur, îro 2yê Tebaxê roja Çarşemê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê û biryare bi berpgirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.
Wê Wezîrê Berevaniyê yê Estonyayê Hanno Pevkur li Kurdistanê bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive ku mijarên sereke yên vê serdanê şerê DAIŞê û piştevaniyên hêzên Pêşmerge ye.
Hêjayî gotinê ye, leşkerên Estonyayê beşek ji wan çar hezar leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne ku binkeyeke wan li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ye. Estonya ji sala 2004an ve endamê hevpeymaniya NATO ye û herwiha yek ji 83 welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin