Leyen: Ew rewsa li wir ne kêseya koçberan e, encama hewildana rejîma otorîter ya Mînskê ye
11 mijdar 2021 17:30
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen, piştî li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya axivî û da zanîn, Yekîtîya Ewropa (YE) wê toleyên dijî Belarûsê berfireh bike.
Von der Leyen diyar kir, toleyên nû wê dijî kesan û saziyan werin ragihandin.
Herwiha Von der Leyen di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa koçberên li sînorê Belarûs û Polondayê û eşkere kir, ew rewşa li wir ne ‘‘kêşeya koçberan’’ e, lê encama hewildana ‘‘rejîma otorîter’’ ya Mînskê ye ku dixwaze cîranên xwe ‘‘bêîstiqrar’’ bike.
Di berdewamiyê jî de Von der Leyen amaje bi wê yekê kiriye, wê YE toleyên li dijî Belarûsê tûndtir bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hollanda xwe amade dike ku di mijara koçberan de 'rewsa awarte' ragihîne
14 îln 2024

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin