Leskerên Sûriyê yên ku reviyabûn Iraqê xwepêsandanê dikin
PeyamaKurd – Bi dehan leşkerên Sûriyê yên di dema pêşveçûna Tehrîr El-Şamê (HTŞ) û rûxandina Rejîma Beşar Esed de ber bi sînorê Iraqê ve reviyan, xwepêşandan kirin û daxwaza vegera bo welatê xwe kirin.
Di vîdeoyekê de ku li ser medyayê belav bûye, leşker dirûşman davên û daxwazê ji desthilatdarên Iraqê dikin rê li wan veke da ku vegerin bo Sûriyê.
Desthilatdarên Iraqê tu daxuyaniyek derbarê sedema rêgiriya van leşkeran nedaye bê ka çima nikarin vegerin Sûriyê.
Li gel hilweşîna artêşa Sûriyê di çend saetan de berî hilweşîna rejîma Esed, desthilatdarên Iraqê rê dan ku ew leşkerên Sûriyê bi rêya deriyê sînorê Qaîmê ve derbasî nav axa Iraqê bibin.
Berpirsekî ewlehiya Iraqê got: ‘’Hejmara wan leşkerên Sûriyê yên ku hatine nav axa Iraqê efser û leşker bi giştî geheştiye 2 hezar kesan.’’
Her weha got: ‘’Hatina wan a bo nav axa Iraqê bi rêkeftina li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê û bi qîma fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ve pêkhatiye.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin