Iraq: 2 hezar leskerên Sûriyê xwe sipartin Iraqê
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Iraqê Basim Awadî ragihand ku 2 hezar leşkerên Sûriyê xwe sipartine Iraqê. Awadî got:
“Leşker, ji sînorên me, di çarçova riza me de hatin Iraqê. Eskerên Sûriyê bi alavên (teçhizat) xwe ve, bi hukumeta Sûriyê re di nav koordîasyonê de derbasî axa Iraqê bûn.”
Berdevkê hukumeta Iraqê Basim Awadû ji bo Rûdawê weha ragihandiye:
“Hukumeta Sûriyê heya niha ti daxwazekî alîkariya leşkerî ji me nexwestiye. Em jî nafikirin ku mudeleyekî leşkerî bikin Sûriyê. Hem em qebûl nakin ku ti terefekî tehdîda ewlehiya me û desthilata me bikin.
Sînorên me girtîne û li ser sînor tedbîrên ewlehiyê hatine zêdekirin. Sînorê Sûriyê bi temamî girtiye. Li herêman, me ewlehiyê temîn kiriye û destekên îlawe şandiye ser sînor.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin