Lavrov: Bi Tirkiye re ti rêkeftineke ku terorîst êrîs bikin û em bersivê nedin nîne
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov li ser mijara Idlibê raghand, wan ti caran rêkkeftineke ku terorist êrîşî wan bikin û ew bersiva wan nedin, bi Tirkiyê re çênekiriye.
Lavrov bal kişand ser rêkeftina Soçiyê ku Rusya û Tirkiye hevdu bi binpêkirina wê tawanbar dikin û got, “Ti deman rêkeftineke wiha di navbera Pûtin û Erdogan de çênebûye ku li beramber êrîşên terorîstan bê bersiv bimînin.”
Wezîrê Rûsî herwiha gefa bersivdana hêzên Tirkiyê xwar û diyar kir, ew dê bersiva me bibînin û divê bi zelalî helwesta wan têbigihîjin.
Lavrov herwiha anî ziman ku terorîstan êrîşî bingehên leşkerî yên Rûsî, rejîma Sûriyê û xelkê sivîl kirine û ew herêmên êrîş bûne jî hêzên Tirkiyê li wir cih digirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin