Lavrov: Tirkiye muxalefetê û terorîstan ji hev veneqetand
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di mijara Tirkiyê û Sûriyê de axifî û got artêşa Rûsyayê li Idlibê her tiştî dişopîne û Tirkiye li Idlibê hinek berpirsiyariyên xwe neaniye cîh. Lavrov ragihandina xwe di rojnama fermî ya Rûsyayê ya bi navê Rossiyskaya Gazeta de da û weha got:
“Em agahdar dibin ku Tirkiye li Idlibê leşkerên xwe bicîh kiriye û di navbera wan û leşkerên Sûriyê de şer derketiye. Leşkerên Rûsyayê halê wê derê dişopîne. Li gor agahiyên artêşa me ku daye me, yekîneyên Tirkiyê bê ku hişyarî bide, ber hinek noqteyên wê derê de çûye. Ji ber wê jî me nikaribû agahiyê bidin artêşa Sûriyê. Aliyê Tirkiyê dibêje wê tedbîran bigrin, cewab bidin û bi vî awayî tehdîdan dike. Em bang dikin ku Tirkiye li pey mutabaqatên Soçiyê yên sala 2018an û sala 2019an here.”
Lavrov li ser mijara veqetandina hêzên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê de weha dewam kir:
“Mixabin niha aliyê Tirkiyê berpirsiyariyên xwe yên ku mijara Idlibê bi temamî çareser bike, neanî cîh. Yekem hêzên ku bi Tirkiyê re hevakriyê dikin ku bo diyaloga bi hukumetê re amade ne, wê muxalefetê û Heyet Tehrîr Şam ku paşî navê wê bû Cephet-un Nusra, nikaribû wan ji hev veqetîne. Her dû nav jî di lîsta terorê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî de ne. Lewra ciyên wan di Idlibê de nîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin