Lavrov: Tirkiye muxalifan û terorîstan ji hev dernaxe

11 berfanbar 2019 17:56
Lavrov: Tirkiye muxalifan û terorîstan ji hev dernaxe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku wîlayeta Idlibê bûye kana terorîstan. Lavrov, “Tevî hemû berpirsyariyên xwe Tirkiye çalakiyên muxalifan û terorîstan ji hev dernaxe.”

Sergey Lavrov beriya serdana xwe ya bo Amerîkayê axivî, “Idlib bûye Kana terorîstan. Mixabin hevkarên me yên Tirk tevî hemû berpirsyariyên xwe, çalakiyên muxalifên çekdar û yên terorîstan el Nûrayê ji hev dernaxin ango berpirsyariya xwe nayîne cî.”

Lavrov destnîşan kir ku ji hev cudakirina vê yekê karekî zexm e û wiha pê de çû, “Wê deme rêveberiya Obama bilêv kiribû ku ew dê miltîtananê ku Ji bo danustendinan amade ne ji terorîstên el Nûsrayê veqetînin lê ev yek nehat cîbicîkirin. Rêveberiya Obama nekarî vê yekê pêk bîne.”

Lavrov dibêje guman heye ku di navbera Amerîka El Nûsrayê de peywendiyeke hebe, “Gumana me ew e ku el Nûsra ji bo ku li dijî Serokê Dewleta Sûriyê yê rewa (Beşar Esed) û rêveberiya wî were karanîn tên parastin.”