Lavrov: Amerîka, bi awayekî çalak pistgiriya ISÎD û El Qaîdeyê dike!

07 hezîran 2023 17:00
Lavrov: Amerîka, bi awayekî çalak pistgiriya ISÎD û El Qaîdeyê dike!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîka, bi aştiya Efxanîstanê re eleqedar nabe û piştgiriya IŞÎD û El Qaîdeyê berdewam dike.

Sergey Lavrov, di serdana xwe ya ji bo baregeha leşkerî ya Rusyayê ya 201ê ya li Tacîkistanê de ragihand ku Amerîka bi aştiya Efxanîstanê re eleqedar nabe û piştgiriya komên terorîst ên IŞÎD û El Qaîdeyê dike.

Lavrov got, “Amerîka bi awayekî çalak piştgiriyê dide IŞÎD û El Qaîdeyê ku li Efxanîstanê mane û pêkhateyên din ên terorîst ên bi wan re têkildar in. Armanc eşkere ye. Nahêlin ku Efxanîstan aştiyê bibîne." 

Sergey Lavrov bal kişand ser wê yekê ku di berjewendiya Amerîkayê de ye ku pêvajoyên bêîstiqrar li Efxanîstanê berdema bike ku Washingtonê dest ji fikra veguhestina binesaziya leşkerî ji bo welatên cîran ên Efxanîstanê bernedaye.