Kuştina Elaa El Emîn |Asayîş: Kî xemsar be dê berpirsiyar be

10 adar 2026 13:12

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê li ser kuştina ciwanê kurd Elaa El Emîn di zîndanê de bi îşkenceyê ragihand ku ew dê encamên lêpirîne bi eşkere belav bikin.

Kuştina Elaa El Emîn |Asayîş: Kî xemsar be dê berpirsiyar be

RûpelNews - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê, derbarê kuştina Elaa El Emîn de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Di 8ê Adara 2026an de hin Saziyên Ragihandinê û medyaya civakî nûçeyên derbarê mirina Elaa El Emîn ku ji Swêdê serdana Herêmên Rêveberiya Xweser dikir û îdiayên derbarê şertên girtin û mirina wê de belav kirin Em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş de, li ser bingeha berpirsiyariya me ya exlaqî ya li hember welatiyên me Em van tiştan zelal dikin.”

Herwiha hat destnîşankirin ku, “Em bi zelalî piştrast dikin ku prensîbên ku Hêzên Ewlekariya hundirîn Asayîş li ser wan hatine damezrandin di serî de li ser parastina mirovan û parastina mafên mirovan in, û her pratîkên li derveyî çarçoveya qanûn û nirxên mirovan kiryarên ku nêzîkatiya saziya me an bernsîbên wê yên giştî temsîl nakin pêk tên.”

Komîteyek ji bo lêpirsîne hatiye pêkanîn

Asayîşê ragihand ku wan komîteyekî lêpirsîne pêk aniye û wiha domand:

“Di cih de piştî bûyerê me komîteyek lêpirsînê li ser asta bilind ku ji komek pisporên hiqûqî û çavdêran pêk tê hate damezrandin da ku hemî hûrguliyên bûyerê lêkolîn bike û şert û mercên rast ên mirinê diyar bikin.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû:

“Em soz didin gelê xwe û raya giştî ku encamên lêpirsînê bi zelaliya temam belav bikin di heman demê de em tekez dikin ku her kesê ku xemsarî an binpêkirina rêzikname û qanûnên de beşdar be dê berpirsiyar be.

Erka me ya sereke parastina civakê û misogerkirina dadperwerî ya hemî dozan bimîne û emê dudilî nebin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina rêzignamiyên me bigirin.”

Kuştina Elaa El Emîn

Ciwanê kurd Elaa El Emîn, beriya 6 mehan ji bo amadekariyên zewaca xwe ji Swêdê hatibû Qamişlo. Li gorî agahiyên malbatê dayîn; endamên Asayîşê şevekê hatin Elaa binçav kirin û birin û derbarê girtina wî de jî ti sedem û agahî nedan malabatî wî.

Piştî wê rojê malbat çi qas li dûv bûyerê ketibe jî ti agahî bi dest nexistin. Duhî ji bi telefonekê bang li malbatê kirine ku herin nexweşxaneyê û piştî ew diçin derdikeve holê ku Elaayê 33 salî beriya du mehan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.