Kurdistan | Testa 40 kesên ji Almanya vegeriyabûn negatîf derket

17 nîsan 2020 20:59
Kurdistan | Testa 40 kesên ji Almanya vegeriyabûn negatîf derket

PeyamaKurd - Rêveberiya Tenduristiya devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê ragihand ku testa tesbîtkirina vîrusa koronaya nû Covid-19 ya hejmarek kesên ji Almanyayê hatibûn negatîf derketiye û bi wan vîrus peyde nebûye.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya tenduristiya Raperînê doh 16ê Nîsanê 40 testên koronayê li ser 40 kesên ku piraniya wan ji Almanya vegeriyabûn, hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku tevahiya wan testan negatîf derketine û ti kes ji wan bi vîrusa koronayê neketibû.

Li Herêma Kurdistanê çend rojên dawî haletên tûşbûna Covid-19 gelekî kêm bûne, lê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê dibêje, hîn metirsî berdewam e û divê rêkarên bo pêşîgirtina vîrusê bidomin daku keda du mehan vala neçe.

Li Herêma Kurdistanê li gorî amarên 16ê Nîsanê heta niha 335 kes bi koronayê ketine, ji wê hejmarê 227 kes baş bûne û 4 kesan jî can daye.