Kurdên Urdinê Mesrûr Barzanî pîroz kirin

14 hezîran 2019 23:04
Kurdên Urdinê Mesrûr Barzanî pîroz kirin

PeyamaKurd- Li welatê Urdunê gelek Kurd dijîn ku ji Kurdistanê di wextê xwe de koç kirine û li Urdunê bicîh bûne. Ew Kurdên ku li Urdunê dijîn bi sedema serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî bo hukumeta nû ya Kurdistanê, pîrozbahî bo Barzanî şandin û jê re serkeftinê xwestin. Bi sedema destnîşankirina Mesrûr Barzanî bo avakirina hukumeta nû ji her derê dinyayê, ji kesayetiyan, partî, dezge û rêxistinan peyamên pîrozbahiyê tên şandin ku yek ji wan jî Kurdên Urdunê ne. Li gor ragihandina BasNewsê Kurdên ku ji Urdinê Mesrûr Barzanî pîroz kirine, hinek ji wana navên wan li jêr e:

Casir Mihemed Fehmî Kurdî, Zeyd Casir Kurdî, Ciwan Casir Kurdî, Nezîr Îsa Kurdî, Munîr Beşîr Kurdî, Heval Şemîr Kurdî, Husên Ekrem Kurdî, Mihemed Resûl Bayezîdî, Dama Îshaq Kurdî, Lorî Kurdî…