Kurdên Rojhilat li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwepêsandan li dar xistin

20 gulan 2021 20:01
Kurdên Rojhilat li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwepêsandan li dar xistin

PeyamaKurd – Hejmarek Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin, ji bo Neteweyên Yekbûyî pirsgirêkên wan çareser bike û piştgiriyê bidin Behzad Mehmûdî ku hewla xweşewitandinê dabû, li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê xwepêşandanek li dar xistin.

Di xwepêşandana îro 20ê Gulanê birêve çû de, xwepêşanderan li hember xemsariya Neteweyên Yekbûyî bo penaberê Kurd ku Îranê cezayê îdamê dayê nerazîbûn nîşandan û gotin, ‘Em Hemû Behzad in û Werin Derê, Me Mafê Xwe Divê’.

Di nav xwepêşanderan de ku 6 kes wek nûnerên penaberên siyasî hatin diyarkirin û li gel berpirsên NYê civiyan û daxwazên penaberên Rojhilatê Kurdistanê radestî wan kirin.

Hat zanîn ku Ofîsa NY ya li Hewlêrê soz daye nûnerên xwepêşanderan ku roja Yekşemê bi fermî bersiva daxwazên wan bide.