Sagnic: Kurdên Rojhilat aktorên nû yên herêmê ne

09 adar 2026 16:00

Li gorî Dîrektorê Jerusalem Center yê Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) Ceng Sagniç, geşedanên li Îranê, ji bo tevgerên kurd pêvajoyeke nû û bê veger daye destpêkirin. Sagnic şibandina “cin ji şûşeyê derket” bi kar anî û diyar kir ku bi geşedanên heyî re vegera li statukoya kevn zehmet bûye û kurdên Rojhilat bûne yek ji aktorên nû yên herêmê.

Sagnic: Kurdên Rojhilat aktorên nû yên herêmê ne

RûpelNews - Dîrektorê DYA yê Navenda Orşelîmê û pisporê têkiliyên navneteweyî Ceng Sagnic, di daxuyaniyeke taybet de ji bo nûçegihanê RûpelNewsê Hasan Kosen, derbarê bandorên şerê Îranê li ser kurd û Tirkiyeyê de nirxandinên girîng kirin.

Sagnic, destnîşan kir ku nabe rageşiya li herêmê tenê wekî şerekî di navbera du welatan de were dîtin û got: “Tabloya ku îro derketiye holê tenê bi Îranê ve sînordar nîn e. Sûriye, Lubnan, welatên Kendavê, Îsraîl, DYA û aktorên kurd ên li herêmê jî di vê hevkêşeyê de cih digirin. Ji ber vê yekê, tiştên diqewimin dînamîkeke şerê herêmî yê berfireh ava dikin”.

"Aktorên kurd ên li Îranê dikarin arasteya lîstikê biguherînin"

Sagnic diyar kir ku tevgerên siyasî yên kurd ên li Îranê jî di vê pêvajoyê de aktorekî girîng in. Sagnic anî ziman ku koalîsyona şeş partiyan li Rojhilatê Kurdistanê, ku  xebatan dimeşîne xwedî piştgiriyeke civakî ya bihêz e û ev pêkhate xwedî kapasîteyeke wisa ye ku dikare bandorê li hevsengiyên siyasî yên li Îranê bike.

Li gorî Sagnic, mijara li vir ne hilweşîna rasterast a rejîmê ye, lê îhtîmala avabûna hevsengiyeke siyasî ya nû di nav Îranê de ye. Sagnic destnîşan kir ku tevgerên siyasî yên kurd bi taybetî li herêmên ku nifûsa kurd lê zêde ne piştgiriyeke xurt dibînin û got ku ev rewş li gorî herikîna şer dikare "defactoyek" nû derxîne holê.

Di vê çarçoveyê de wî diyar kir ku geşedaneke mîna statuya defacto ya ku di sala 1991an de li Îraqê li bakurê xeta 36an pêk hatibû, bi teorîkî li Îranê jî dikare pêk were.

"Ji bo kurdan bijarde teng dibin"

Sagnic diyar kir ku yek ji senaryoyên gengaz mayina rejîma Îranê ye û got ku di rewşeke wiha de dibe ku rêveberiya Tehranê bi taybetî tevgerên kurdên Îranê yên ku li Herêma Kurdsitanê çalak in bike hedef.

Sagnic anî ziman ku îhtîmaleke din jî derketina pergaleke siyasî ya nû li Îranê ye; lê di vê rewşê de jî heger kurd ji aliyê leşkerî û siyasî ve ne di pozîsyoneke têra xwe bi hêz de bin, dibe ku bi zextên mîna hev re rû bi rû bimînin.

"Îran lawaz bûye lê kapasîteya wê ya gefê berdewam dike"

Sagnic tekez kir ku geşedanên dawî rêveberiya Îranê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve lawaz kiriye, lê ev yek bandora Tehranê ya li herêmê bi temamî ji holê ranake.

Sagnic got: “Rejîm bi awayekî cidî ruxa ye, lê ewqas hêz winda nekiriye ku gefên xwe yên li ser kurdan bi temamî ji holê rakin”.

"Nêzîkatiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê dispêre ezmûna Sûriyeyê"

Sagnic diyar kir ku Tirkiyê, di nirxandinên xwe yên derbarê Kurdistana Îranê de herî zêde ezmûna xwe ya li Sûriyeyê wekî referans digire, lê şert û mercên her du herêman ji hev gelekî cuda ne.

Sagnic anî ziman ku pêkhateya demografîk a li Sûriyeyê ji herêmên Kurd ên li Îranê cuda ye û got ku li Kurdistana Îranê rêjeya nifûsa kurd gelekî bilintir e. Her wiha Sagnic destnîşan kir ku pêkhateya siyasî ya kurd li Îranê ji ya Sûriyeyê parçetir e û giraniya komên ku peywendiya wan a îdeolojîk bi PKKê re heye, di nav siyaseta Îranê de sînordar e. Ji ber vê yekê Sagnic diyar kir ku dibe ku diyalog di navbera tevgerên siyasî yên kurd ên li Îranê û Tirkiyeyê de pêk were.

"Nîqaşên li Tirkiyeyê ji sendroma Sewrê têne xwedîkirin"

Sagnic diyar kir ku nîqaşên ewlehiyê yên li Tirkiyeyê xwedî paşxaneyeke dîrokî ne û ev yek bi giranî bi têgihîştina ku wekî "sendroma Sewrê" tê pênasekirin ve girêdayî ye.

Sagnic anî ziman ku ev têgihîştin ji aliyê beşên cuda yên siyasî ve li Tirkiyeyê tê parvekirin û got ku tirsên derbarê planên welatên Rojavayî yên ji bo dabeşkirina Tirkiyeyê, car caran wekî amûreke seferberiyê di siyaseta navxweyî de têne bikaranîn. Li gorî Sagnic, ev tirs pir caran naşibin rastiyê û divê geşedanên li herêmê zêdetir li ser hevsengiyên jeopolîtîk werin nirxandin.