Kurdên Efrînê li Hewlêrê nameya nerazîbûnê dan Konsûlê Filîstînê
PeyamaKurd - Şandeke Kurdên Efrînê ji bo nerazîbûna xwe li dijî saziya Filîstînî ku ji bo Erebên hawirde li Efrînê ava kirine, nîşan bide serdana konsulxaneya Filîstînê ya Hewlêrê kirin û nameyeke nerazîbûnê gihandin Konsûlê Filîstînê yê Herêma Kurdistanê Nezmî Hizûrî.
Di nameyê de operasyona dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye bibîrxistin û hatiye gotin ku piştî dagirkirina Efrînê di 20ê Adara 2018an de, xelkê resen ê Efrînê ji cih û warên xwe hatine derxistin û li şûna wan xelkê bajarê Xûtayê hatine niştecîkirin û demografiya herêmê tê guhertin.
Şanda Kurdên Efrînê diyar kirin ku piştî Kurd ji cih û warê xwe hatin derxistin, li şûna wan Ereb û Tirkmen hatin niştecihkirin û herî dawî jî koçberên Filistînî bi mebesta erebkirina herêmê têne bicihkirin, ku Efrîn beriya dagirkeriya Tirkiyê, bi Kurdbûna xwe ya resen dihate nasîn û %95ê xelkê wê Kurd bûn.
Di nameyê de hat xwestin ku serkirdetiya welatê Filistînê û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas van saziyan bide rawestandin, ku bi navê Filistînê xizmeta ajandayên hinek koman dikin û ev li dijî berjewendiya gelê Kurd e, ku kurdan ji bo parastina doza Filistînê mal û canê xwe daye.
Rêxistineke Filistînî ya bi navê Saziya Xêrxwazî ya Wefaa El-Muhsinîn, çend roj berê qonaxa yekem a avakirina komelgeha niştecihbûnê ji bo bicihkirina Erebên hawirde li ser axa Efrînê bi dawî kiribû û ev jî ji aliyê Kurdên Efrînê ve rastî nerazîbûnê hatibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin