Kurd dê karibin bi cil û bergên xwe herin xebata xwe
PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilat biryerka nû di derbarê cil û bergên Kurdî de hat dayîn. Li rojhilat heya niha Kurdên memûr yên xebatkar bi cil û bergên Kurdî nikaribûn herin daîrê dewletê bixebitin. Lê niha ew biryar hat guhertin.
Rêvebirê Çandê yê bajarê Sine Celal Kelaşahanî ragihand ku li ber li xwekirina cil û bergên Kurdî di daîreyên dewletê de ti astengî nemaye û kî bixwaze dikare bi cilên Kurdî herin di daîra xwe de bixebite. Kelaşahanî got di eyaleta Kurdistanê de her kesê bixwaze dikare bi şal û şapikên Kurdî herin daîra xwe. Kelaşahanî weha got:
“Cil û bergên Kurdî di herêma me de cilên herî nadîde ne. Gelek xweş dibe ku ev cil û berg di daîreyan de li xwe bikin û bo lixwekirinê ne pêwiste îznê bistînin. Vê biryara ku me daye ji aliyê Daîra Çand û Îrşadê de ya Dewleta Îranê ya Îslamî de bi awayeka xweşbînî hatiye qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin