Kûlîs: Wê HDP di kongreyê de biryara fesihkirina partiyê bide!

04 hezîran 2023 19:43
Kûlîs: Wê HDP di kongreyê de biryara fesihkirina partiyê bide!

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê tê çaverêkirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li demeke nêzîk kongreya xwe li dar bixe ku hîn doza girtina wê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) dewam dike.

Li gorî agahiyên kûlîsan dê di kongreya dahatû ya HDPê de biryara fesihkirin ango girtina partiyê bê dayîn. Niha ji bilî herdu hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar hemû parlamenterên hatine hilbijartin, di nav Partiya Çepên Kesk de cî digirin û tê çaverêkirin koma parlamenê jî li ser wê partiyê bê avakirin. 

Rojnamevan û nivîskarê Tirk Murat Yetkîn, di kanala xwe ya Youtube de bal kişand ser agahiyên kûlîsê û îdia kir ku dê HDP di kongreyê de biryara fesihkirinê bistîne ku çav li rê ye HDP bi temamî di bin banê Partiya Çepên Kesk (Yeşil Sol Parti) de, li parlamentoyê siyasetê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî hilbijartinan Berdevka HDPê Ebru Gunay 1ê Hezîranê ragihandibû ku proseya kongreya awarte ya partiyê dest pê kiriye.

Herwiha eger HDP xwe fesih bike doza AYMyê ya girtina partiyê jî hildiweşe.