Partiyên Rojhilat biryara gurkirina protestoyan dan
Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê yên berdewam dikin civiyan.
EuronuNews- Hizbên Kurdistana Îranê, li hev civiyan û biryar li ser pêdiviya karê hevpar û berhemdar bi armanca bihêzkirin û gurkirina tevgera nerazîbûnê dijî rejîma Îranê dan.
Civîn ji bo rêzgirtin ji ruhê şehîdên vê dawiyê li Îran û Kurdistanê dest pê kir.
Piştre Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat (PDK-Î) Mistefa Hicrî ku berpirsê bi dor yê navenda Diyalog bo hevkariya hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê ye, armanca civînê şîrove kir û bal kişand ser erk û berpirsayetiyê ku di vê rewşê de ketiye ser milê hizbên Rojhilatê Kurdistanê.
Di civînê de behsa xwepêşandanan û nerizayetiyê hate kirin ku bi dijî rêjîmê dest pêkiriye ku bi biryara Elî Xamineyî xwepêşander bi awayê hovane haitne tepeser kirin ku li Îlam, Kirmaşan û Loristanê xwîn hatiye rijandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin