ÎYÎ Partiyê biryara xwe da: Em ê namzedê xwe derxin!
PeyamaKurd- Alîkarê Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Tolga Akalin diyar kir ku ew ê di derbarê namzetiyê de 'rêya sêyemîn' vekin û got ku ew di vê mijarê de zelal in.
Piştî ku Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ji maseya 6 qorî derket û bang li şaredên Bajarên Mezin ên Stenbolê yên CHPê yên Enqere û Stenbolê kir, nîqaşên siyasî berdewam dikin.
Tolga Akalin da zanîn ku ew ê li ser mijara namzediyê,'rêya sêyemîn' vekin û bal kişand ser namzediya Akşener jî.
Akalin, di axaftina xwe de bal kişand ser çarçoveya hevpeymaniyê û wiha dewam kir:
“Em di derbarê namzediyê de zelal in. Em ê rêya sêyemîn vekin. Ne diyar e ku ew ê di çarçoveya hevpeymaniyê de be yan na. Dibe ku em bingeheke ku ji bo benda ji sedî 7an bibe sîwaneke demokratîk ava bikin. Seroka me dema got 'Ez dixwazim bibim Serokwezîr' ji bo rê li ber herdu şaredariyan veke, bi rastî dest ji armancên xwe berda. Dixwest hem were fêhmkirin û hem jî bibe mînak. Lê wisa nebû. Îro êdî ev dest ji daxwazê berdan, bê mijar ma.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin