Kremlîn: Wê armanca hevdîtina Putîn û Zelensky çespandina lihevkirinan be ne gotûbêj be
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de diyar kir, eger hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky pêk were, wê armanc ji bo çespandina lihevkirinan be, ne ji bo gotûbêjan be.
Peskov li ser daxuyaniya şanda Ukraynayê ya ji bo danûstandinan ku gotibû, Kîev belgeyan amade dike ji bo her du serok danûstandinên rasterast ên muhtemel pêk bînin, de eşkere kir: “Danûstandin bi serê xwe pêvajoyeke amadekariyê ye. Her du serok dikarin, belkî divê ji bo çespandina lihevkirin û têgihîştinên ku hatine kirin bicivin û ne ji bo gotûbêjan bikin.”
Artêşa Rûsyayê di roja 21emîn de operasyona xwe ya leşkerî li Ukraynayê didomîne. Welatên rojava jî hewl didin dorpêçên aborî û siyasî deynin ser Rûsyayê û piştgiriya madî û manewî didin Kîevê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin