Kremlîn: Eger Hêzên Kurd ji herêma diyarkirî venekisin, divê bi sere xwe li dijî êrîsan rawestin
PeyamaKurd - Piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Rûsya dibêje, eger Kurd ji navçeyên diyarkirî yên sînorî li bakurê Sûriyê venekişin, divê bi tena serê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirkiyê rawestin.
'Amerîkayê li bakurê Sûriyê xiyanet li Kurdan kir'
Berdevkê Koşka Kremlînê, Dimitry Peskov ragihandiye, ku Amerîkayê li bakurê Sûriyê dest ji Kurdan berda û xiyanet li wan kir.
Rûsya û Tirkiye duh derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de gihîştin rêkeftineke 10 xalî. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan, ku civîna wan 6 saet û 20 xûlekan dom kir.
'Dê Rûsya û Tirkiyê dewriyeyên hevbeş bikin'.
Li gor vê rêkeftinê, divê hêzên Kurdî bi kûrahiya 32 kîlometran ji navçeyên sînorî yên bakurê Sûriyê vekişin. Herwiha di kûrahiya 10 kîlometrî de, dê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê bigerin.
Di heman rêkeftina 10 xalî de hatiye, ku divê hêzên Kurdî ji Minbic û Til Rifetê derkevin, herwiha mekanîzmaya Rêkeftina Edeneyê bê aktîvkirin.
Her li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, îro 23ê Cotmehê ji saet 12.00ê nîvro pê ve, hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û Parêzvanên Sînor ên Sûriyê, ji xeynî herêmên “Operasyona Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 saet de bê encamdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin