Hêzên Kurd li herêma serweriya rejîma Sûriyê 27 DAISî desteser kirin
PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di encama operasyoneke ewlehiyê ya li parêzgeha Reqayê de, 27 terorîstên DAIŞê hatin desteserkirin.
HSDê diyar kiriye ku operasyon ji aliyên hêzên wan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li rojhilatê Reqayê hatiye encamdan.
Hat ragihandin ku di operasyonê de hêzên leşkerî bi ser xalên şaneyên DAIŞê yên li kampan da girtine û 27 çekdarên DAIŞê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê, li herêma ku operasyon lê hatiye kirin beriya êrîşa DAIŞê ya ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê, hêzên rejîma Sûriyê hebûn, lê rejîmê ew xalên xwe beriya êrîşê bi demekê vala kirine û ev jî wekî cihê şik û gumanê tê nirxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin