Kovan Amedî: Besîkçî daxwaza dilê her Kurdek netewî û nîstîmanperwer tîne ziman
PeyamaKurd – Li ser êrîş û gefên PKKê yên di derbarê nivîskar û rewşenbîr Îsmaîl Beşîkçî de, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Kovan Amedî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Beşîkçî hêjayekî Kurdistanê ye û êrîşên beramber Beşîkçî nayên qebûlkirin.
Daxuyaniya Kovan Amedî wiha ye:
Di dema Kurd pêwîstiya wan bi yekitî û hevkariyê heye, êrîşên hin kesên derdora PKKê yên li dijî Mamoste Îsmaîl Beşîkçî ne ji xêrê ra ye.
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî wek rewşenbîr, nivîskar û Kurdologekî, hemû jiyana xwe daye doza azadiya Kurdistanê. Ji aliyê dewleta Tirkiyê ve ji bo fikrên wî doz lê hatiye vekirin, bi salan di zîndanan da maye.
Mamoste Beşîkçî, di rewşên herî giran da li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê, piştgiriya xwe bo kadirên PKKê nîşan daye ku ji bo wî jî gelek teada lê hatiye kirin.
Gelo çima derdorên PKKê êrîşî kesayetiyek wek Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dikin!
Mamoste Îsmaîl Beşîkçî dibêje: ”Dewletbûn mafê Kurda ye û pêwîst e, Kurd bibin dewlet.” her wisa li siyaseta PKKê ya li ser Başûrê Kurdistanê rexne digre û dibêje: ” Divê PKK rêz li serweriya Hukumet û Parlamena Başûrê Kurdistanê bigre.” Di daxwazê birêz Mamoste Îsmaîl Beşîkçî da tu nakokiyek tune ye. Beşîkçî, daxwaza dilê her Kurdek netewî û nîştîmanperwer tîne ziman.
Ji aliyê PKKê ve nexwestina dewletbûna Kurdistanê û sîstemek federaliya Kurdistanê, heta hedekî tê fahmkirin. Lê dijayetiya statuyek federalî û dewletbûna Kurdistanê, nayê fahmkirin û nayê qebûlkirin jî. Dewletbûn ji bo milletekî, mafê herî xwezayî ye. Ev yeka ji bo Kurdan jî mafekî herî rewa ye.
Eger PKK û derdorên PKKê bixwazin xêrek ji bo Kurd û Kurdistanê bikin, baştirîn tişt bo wan ew e ku metodên xwe yên ne xêrxwaz biguherînin. Bi hemû partî, dezgeh û kesayetiyên Kurd û dostên Kurdan ra pêwendiyên xwe aşîtiyane be. Ji bo çareseriya pirsên navxweyî jî, divê li ser esasên berjewendiyên netewî û niştîmanî, bi rêya dîyalogê ve li çareseriyê bigere.
Rêzdar Îsmaîl Beşîkçî, hêjayîyek me Kurdistaniyan e. Êrîşên li dijî wî nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin