Koska Sipî: Rûsya ji zû de serê Ûkraynayê wenda kiriye

05 gulan 2022 04:16
Koska Sipî: Rûsya ji zû de serê Ûkraynayê wenda kiriye

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Jen Psaki di civîna rojane ya çapemeniyê de li ser pêşdeçûnên dawiyê şiroveyan kir û got ku Rûsya di şerê Ûkrayna de ji aliyê xwe de ji zû de şer wenda kiriye ji ber ku negihaye hedefên xwe. Psaki ragihand ku qezenckirina şer li ser hilbijartina Ûkraynayê ye û weha got:

“Di serî de ew desteka bergiriyê ya ku em didin Ûkraynayê, em li ser masê destê Ûkraynayê xwurt dikin. Rûsya di serî de plan dikir ku di wextekî kurt de Ûkraynayê bixe bin kontrola xwe lê negiha hedefa xwe.

Rûsya ji aliyê xwe di serî de şer wenda kir. Nikaribû Ûkraynayê bixe destê xwe. Wê Valdimir Putin nikaribe di kolanên Ûkrayna de bigere. Wê nikaribe desthilat û yekîtiya axa Ûkraynayê jinav bibe. Nikaribûn NATO yê perçe bikin.”