Koska Sipî: Moskova li Rûsya û Ûkraynayê kampên komkirinê ava kiriye
PeyamaKurd – Berdevka Koşa Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya Koşa Sipî ya rojane de ragihand ku rêvebiriya Moskovayê li Rûsya û Ûkraynayê kampên ji Ûkrayniyên girtî ava kiriye û ciyê wan li rojavayê Ûkraynayê û li rojavayê Rûsyaye. Moskova bi hezarî kes girtiye, lêpirsîna wan kiriye û îstîsmara wan dike. Dimijarê de agahiyên Amerîkayê hene.
Jean-Pierre got ku tevgerên Kremlînê yên Ûkraynayiyan bixin zîndanê hene, zor didin wan da koç bikin û weha dewam kir:
“Rûsya li rojhilatê Ûkraynayê û li rojavayê Rûsyayê bi hezaran kesan girtiye, lêpirsîna wan kiriye û carna jî wan îstîsmar kiriye. Di destê me de îxtîxbarat heye. Mijara kampan berê jî ket ser çapemeniya Amerîkayê. Wê nûnera me ya daîmî ya Neteweyên Yekgirtî Linda Thomas-Greenfield, ji hukumeta Rûsyayê kî van operasyonên asîmîlasyonê dimeşîne û çavdêriyê dike, wê rapora xwe de bide Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî.
Wê îro Thomas-Greenfield, bang li Rûsyayê bike da dawî li operasyonên asîmîlasyonê bîne. Wê bang bike da ji bo çavdêrên bi ser Neteweyên Yekgirtî, çavdêrên serbixwe, ji bo rêxistinên mafên mirovan îznê bidin da karibin herin van kampan.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin