Di roja 11an de bîlançoya giran a serê Rûsya û Ûkraynayê...
PeyamaKurd – Şerê Rûsyayê û berxwedana artêşa Ûkraynayê di roja 11emîn a êrîşê de li hemû eniyên şer berdewam dike.
Li gorî ragihandina Artêşa Ûkraynayê heta niha 11 hezar leşkerên rûsî di şer de hatine kuştin û şevê din jî balafireke din a Su-34 a rûsî hatiye xistin ku hejmara balafir, helîkopter û dronên hatine xistin gihîştiye 96an.
Herwiha li gorî daxuyaniyên aliyê Ûkraynayê 285 tank û 985 wesayîtên din ên leşkerî hatine ruxandin.

Li ser medya civakî wêneyên pîlotekî rûsî yên balafira wî hatiye xistin jî hatine belavkirin ku ew pîlot di şerê Sûriyê de jî cî girtiye û wêneyê wî ligel Pûtîn û Esed heye.
Mıkolayiv bölgesinde bir Rus pilot daha #Ukrayna Ordusuna esir düştü pic.twitter.com/7TvYuGCRIT
— Gulsum Khalilova (@KhalilovaGulsum) March 5, 2022
Li gorî daxuyaniyên Rûsya yên di medya rûsî de belav bûne jî 2 hezar 203 bingehên binesaziya Ûkraynayê hatine jinavbirin û di 24 saetên borî de jî 7 balafirên Ûkraynayê hatine xistin.
Herwiha pêşveçûna hêzên rûsî li gelek herêmên Ûkraynayê berdewam dike û tê çaverêkerin heger encamek ji muzakereyên roja Duşemê dernekeve êrîşeke berfireh a kontrolkirina bi temamî ya paytext Kîevê bidin destpêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin