Konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê çû sîna Pêsrew Dîzeyî: Armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin

17 rêbendan 2024 00:06
Konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê çû sîna Pêsrew Dîzeyî: Armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin

PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê, Mehmet Mevlut Yakut derbarê êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê de axivî û hevxemiya xwe nîşan da.

Mevlut Yakut îro li Hewlêrê beşdarî şîna karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bû û ji malbata Dizeyî re sersaxî xwest.

Konsulê Tirkiyê li ser pirsa derbarê êrîşên Îranê de got: “Em ji bo piştgirî û piştevaniya xwe diyar bikin û sersaxiya xwe pêşkêş bikin li vir in. Min birêz Pêşrew ji nêzîk ve nas dikir. Mirovekî ezîz û dilgerm bû. Ew karsazek bû. Em hatine vê derê ji bo malbatê hevxemiya xwe pêşkeş bikin û ji malbatê re sersaxiyê bixwazin. Em ji ber bûyerên şevê din ên li Hewlêrê rû dane dilgiran in, armanckirina sivîlan nayê qebûlkirin.”

Di êrîşa Supaya Pasdaran a Îranê ya şeva borî ku bi moşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir de, karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Iraqî yê Xirîstiyan e û mêvanê Pêşrew Dizeyî û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne hatibûn qetilkirin.