Konseya Ewropa ji bo operasyonên ser HDPê daxuyaniyeke nivîskî belav kir
PeyamaKurd - Serokê Kongreya Rêvebirîyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê Anders Knape li ser operasyonên dawî yên dijî endam û rêveberên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) daxuyanî da û fikarên xwe anî ziman.
Knape bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir, ew bi ‘fikarên kûr’ operasyonên dawî dişopîne û wiha got: “Me bi taybetî rewşa Şaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, ku yek ji endamên kongreya me ye, ji nêz ve dişopand ku vê sibê dîsa bi operasyonên heman rengî hevşaredar Şevîn Alaca jî hatiye desteser kirin. Mixabin, karbidestên Tirk ji ber ku birêz Bîlgen û yên din bi tohmeta terorê destesr dikin, fikir, deng û îradeya gel înkar dikin û binê rêvebirîyên herêmî pûç dikin.”
Knape bi bîr xist ku ew dijî jikardûrxistina kesên hilbijartî ne û da zanîn ku wan gelek caran erkdarkirina qayuman şermezar kiriye.
Knape bang li berpirsên Tirkîyê kir ku li gor pêşnîyazên Komîsyona Venedîkê tevbigerin û sîstema erkdarkirina qayuman jî bi dawî bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin