Ji bo Demîrtas ji Konseya Ewropayê pêsniyareke balkês!

11 adar 2023 16:03
Ji bo Demîrtas ji Konseya Ewropayê pêsniyareke balkês!

PeyamaKurd – Konseya Ewropayê ji bo Selahattîn Demîrtaş heta pêvajoya AYMê ya li dijî wî bi dawî bibe, "formula derveyî girtîgehê" pêşniyar kir. Ev biryar di civîna rojeva Komîteya Wezîran a li ser biryarên AÎHMê ku vê hefteyê li Strasboûrgê pêk hat, hat girtin.

Di biryara lijneyê de careke din hat dubarekirin, biryara DMME ya derbarê binpêkirina mafan de ku di 22ê Kanûna 2020an de ji aliyê AÎHMê ve hatiye ragihandin bi cih nehatiye.

Serlêdana takekesî ya Demîrtaş a di 7ê Mijdara 2019an de li Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê girtina wî ya heyî de tevî biryara AÎHMê jî bi dawî nebûye.

"Şertên wekî hepsa malê û kontrola edlî hene"

Di biryarê de ji Enqereyê hat xwestin ku "ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku li ser bingeha biryara AÎHMê di zûtirîn demê de girtina Demîrtaş bê ragihandin" hemû tedbîran bigire.

Ji bo Demirtaş tavilê serbest bê berdan, banga "Ji bilî binçavkirina li ber Dadgeha Destûra Bingehîn tedbîrên din bên nirxandin" hat kirin. Di paşpertoyên Konseya Ewropayê de tê gotin, dibe ku ev tedbîrên wekî formulên wekî "Ji Demîrtaş re hepsa malê, berdana bi kelepçeyên elektronîk an jî kontrola edlî" bin.

Komîte wê di meha Hezîranê de careke din dosyayên Demîrtaş û Osman Kavala binirxîne.