Antonio Costa bû serokê nû yê Konseya Ewropayê

28 hezîran 2024 13:05
Antonio Costa bû serokê nû yê Konseya Ewropayê

PeyamaKurd – Serokên YE Antonio Costa wek Serokê nû yê Konseya YE hilbijartin. Lîderan pêşniyar kirin ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropî von der Leyen posta xwe û Kaja Kallas jî ji bo Nûnera Bilind a YE bimîne.

Di Civîna Bilind a Serokên Yekîtiya Ewropayê de ku li paytexta Belçîka Brukselê bi beşdariya serokên dewlet an jî hikûmetên welatên Yekîtiya Ewropayê pêk hat. Piştî hilbijartinên PEê yên di 6-9ê Hezîranê de pêk hatin, navên ku wê di 5 salên pêş de YEyê birêve bibin hatin diyarkirin.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku Ursula von der Leyen tê pêşniyarkirin ku heta 5 salên din serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bike.

Mîchel diyar kir ku Serokwezîrê berê yê Portekîzê Antonio Costa ji bo Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê hat hilbijartin û Serokwezîrê Estonyayê Kaja Kallas jî wek Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê hat pêşniyarkirin.

Ji bilî Costa, navên din ji bo ku erka xwe bi cih bînin divê di 16ê Tîrmehê de ji Lijneya Giştî ya PEyê dengê pêbaweriyê bistînin.