Konferansa serokên Meclisan li Pakistanê civiyan

07 gulan 2018 22:52
Konferansa serokên Meclisan li Pakistanê civiyan

PeyamaKurd- Li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê 6 dewlet li ser rêziknameya Konferansa Serokê Meclisan civiyan. 6 dewlet Tirkiye, Çîn, Rûsya, Îran, Pakistan û Afxanistan in.

Ji Tirkiyê bo civîna rêziknameya konferansê serokê, komisyona karên hundir Celalettin Guvenç û cîgirê sekreterê giştî yê Meclisa Tirkiyê İbrahim Hakkı Polat çûn Pakistanê.

Armanca damezrandina konferansê ew e ku li ser geşepêdana aboriyê û zêdekirina hevkariyê ya di derbarê terorê de ye. Civîn di binê serokatiya endamê meclisa netewî ya Pakistanê Zahid Hamid de destpêkir û pêşniyarên hemû dewletan hatin sitendin.

Bazirganiya navbera her 6 dewletan wê di şûna dolar de bi pere wan bêkirin. Navê konferansê hêj ne diyare lê wê navekî ji serê tîpên her 6 dewletan lê deynin. Konferans wê bo endamên nû vekirîbe, karibe welat û rêxistinên çavdêriyê qebûl bike.

Wê konferans her sal li welatekî ji wan çêbibe û navenda sekreteriya giştî jî Îslamabad be.