Hevserokên HDPê bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re civiyan
PeyamaKurd – Li Enqerê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan û Mithat Sancar bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, her du hevserokên giştî yên HDPê Buldan û Sancar li Balyozxaneya Swêdê ya li Enqerê bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de Hevberdevkên Komîsyona Peywendiyên Derve ya HDPê, Feleknaz Uca û Hişyar Ozsoy amade bûn.
Di hevdîtinê de, mijarên weke rola Tirkiyê di pêşhatên siyasî û leşkerî de li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Deryaya Spî û Kafkasê, herwiha pêwendiyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê de, hatine nirxandin û gotûbêjkirin.
Herwiha Hevserokên HDPê û Wezîra Derve ya Swêdê derbarê Pirsa Kurd û çareserkirina wê bi rê û rêbazên aştiyane, êrîş û zextên li ser HDPê û opozisyona demorkatîk û rêxistinên civaka sivîl (NGO) û binpêkirinên mafên mirovan û hiqûqê de jî gotûbêj kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin