Komîsyona Hilbijartinan heta 10 rojan encamên fermî dipejirîne
PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê piştî yekalîkirina bersivên 13 îtirazên ji Desteya Dadweriyê re têne vediguhestin, di nav 10 rojan de wê encamên hilbijartinên Perlamena Kurdistanê bipejirîne.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay ragihand, “Em îro (Duşem, 11.11.2024) bersivên 13 îtirazên din, ku li hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hatine kirin, ji bo Desteya Dadweriyê vediguhêzin. Pêştir jî bersivên 28 îtirazan hatine veguhestin, ku hemî dibin 41 îtiraz.”
Cumane Xelay diyar kir, “Li dû qanûnê, pêdivî ye Desteya Dadweriyê di dema deh rojan de bersivên îtirazan yekalî bike û piştî yekalîbûna wan, Civata Komisyaran encamên hilbijartinên gera şeşê ya Parlemena Kurdistanê dipejirîne.”
Deriyê îtirazan ji bo encamên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê roja 31.10.2024ê hat vekirin û 41 îtiraz ji aliyê partiyên siyasî ve hatine tomarkirin, ku 25 ji wan li Silêmaniyê, 12 li Hewlêrê, sê li Dihokê û yek jî li Helebceyê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin