Komeleyê bertek nîşanî Pehlevî da: Babê te jî nikarîbû!
Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşana Kurdistanê (Komele) Abdullah Mohtadî, bi tundî bersiva siyasetmedarê muxalif ê Îranê Reza Pehlevî da û got; bab û bapîrên we nekarî hûn jî dê nekarin kurdan tune bikin.
RûpelNews - Gotinên siyasetmedarê muxalîf yê Îranê Reza Pehlevî yên derbarê “yekitiya axê” de bi taybetî ji aliyê partî û rêxistinên kurd ve rastî bertekên tund hatin. Sekreterê Giştî yê Komeleyê Abdullah Mohtadî, bi rêya Xê bersiveke tund da Reza Pehlevî. Mohtadî, di daxuyaniya xwe de gotinên Pehlevî, wekî gefa sepandinê ya li ser kurdan bi nav kir û got, ‘kurd bi yekitî û yekrêziyê têkoşîna xwe dikin û ji bo bidestxistina maf û azadiyan dê her di têkoşînê de bin.’
‘Em welateke demokratîk dixwazin’
Mohtadî, di bertekên xwe de da zanîn ku, kurd li dijî Dewleta Îslamî ya Îranê bi yekitî têdikoşin û armanca wan ew e ku Îraneke demokratîk, piralî û rêzê ji mafên mirov û hemû gelen re digire ava bikin. Mohtadî got ku, Pehlevî, bi gotin û kiriyarên xwe zirarê dide Îranê û wiha da zanîn, ‘kurdan di nava ti hevpeymanekê de cih negirtine û deriyê xwe ji ti hevpeymanên azadîxwaz re jî nagirin.’
‘Hûn nikarin kurdan bêdeng bikin’
Mohtadi her weha diyar kir ku Dewleta Îslamî ya Îranê ku 47 sal in siyaseta zextê li dijî kurdan dimeşîne, nikarîbûye kurdan bêdeng bike û wiha got, ‘Bav û kalên we bi îdam, sirgûn û hemû rêbazên zorê nikaribûn neteweya kurd bê nasname bikin, hûn jî dê nekarîn û dê bi sernekevîn.’
Aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibe
Daxuyaniya Pehlevî di demekê de hat dayîn ku aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde bûye. Digel pêşketinên herêmî û zextên navneteweyî li ser rêveberiya Tahranê, di nav opozîsyona Îranê de jî nîqaşên li ser senaryoyên “piştî rejîmê” û modela rêveberiya pêşerojê ya Îranê zêde bûne.
Kurd azadiyê dixwazin
Hin aliyên opozîsyonê yên Îranê modela derbasbûna monarşîyê diparêzin lê partiyên kurdî û komên din ên netewî-siyasî avakirina pergaleke federal an ne-navendî pêşniyar dikin. Di vê çarçoveyê de, bal kişandina Pehlewî ya li ser “yekîtiya axê” û avakirina sazûmaneke navendî ya xurt, ji aliyê tevgera siyasî ya kurdî ve wekî hewldaneke binpêkirina daxwazên mafî tê nirxandin.
