Kolberekî Kurd pistî ku pasdarên Îranê hêstirên wî kustin, xwe kust
19 mijdar 2021 16:34
PeyamaKurd – Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku pasdarên Îranê hêstirên wî yê pê kolberî dikir kuştin, xwe kuşt.
Malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, roja 17ê vê mehê, xortekî Kurd bi navê Sirûş Rehmanî (15 salî) ku ev demek bû dest bi kolberî û barberiyê kiribû, xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan, wî kolberî ji ber hejarî û belengaziyê çend hêstir bi deyn kirîbû, lê çend roj berê hêstirên wî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin, ji ber wê jî gelekî bi wê yekê xemgîn bibû û herî dawî pêr xwe kuşt.
Sirûş Rehmanî, xelkê gundê Hanegermele yê nahiya Newsûd ya bajarokê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pasdarên Îranê bi guleyên rasterast êrîs kir: Kolberekî Kurd can da
03 adr 2024
Cîhan
Pasdarên Îranê li bajarê Bane kolberekî Kurd kust
05 hzr 2023
Jiyan
Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir
24 trm 2022
Tenduristî
Twitterê pistî êrîsa ser ‘Selman Rusdî’ hesabê fermî yê pasdarên Îranê girt!
14 tbx 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin