Pasdarên Îranê li bajarê Bane kolberekî Kurd kust
05 hezîran 2023 20:52
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Pasdarên Îranê, li gundê Zile yê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî komeke kolberan kir.
Li gorî ragihandina çavkaniyan, di encama êrîşê de kolberek birîndar bû û piştî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat zanîn ku kolberê hatiye kuştin, navê wî Hoşyar Hesen Zadeî ye û 20 salî bûye.
Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan, di nava 10 salên borî de piraniya wan di encama êrîşên pasdarên Îranê de, bi giştî hezar û 795 kolberan can dane.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pasdarên Îranê li bajarokê Bane kolberekî din kustin
18 îln 2021
Cîhan
Pasdarên Îranê li Bane kolberekî Kurd birîndar kirin
10 adr 2021
Jiyan
Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir
24 trm 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin