Koçberekî Efrînê di encama êrîsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de hat kustin

26 tîrmeh 2021 15:29
Koçberekî Efrînê di encama êrîsa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de hat kustin

PeyamaKurd – Koçberekî Efrînê di encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar a ser Til Rifet û doredora wê de hat kuştin.

Li gor Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, bajarokê Til Rifetê û gundên derdora wê topbaran kirin û di encamê de koçberekî Efrînê yê bi navê Ebdulrehman Elî hat kuştin.

Do navenda bajarê Efrînê bi hejmarek moşek hat armanckirin û di encamê de 8 kesên sivîl ku di nava wan jin û zarok hene birîndar bûn.

Herwiha Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê belav kir, şeva borî artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve gundên Yaşlî, Um Edese, Um Celûd, Dendeniyê û Seyade dan ber topan.