Li Efrînê çawîsekî pispor ê Tirkiyê hate kustin
12 îlon 2024 20:31
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand leşkerekî wan li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.
Wezaret eşkere kir, çawîşê pispor ê hêzên bejahî Onur Çapan li Efrînê jiyana xwe ji dest daye û hat gotin, di encama qezayeke çekan de can daye.
Piştî bûyerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peyameke serxweşiyê ji malbata Çapan re şand û ji wan re sersaxî xwest.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyan 49 baregehên Tirkiyê li bakurrojavayê Sûriyê hene û di wan baregehan de navbera 10-14 hezar leşkerên Tirkiyê hene.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
4 ton kokaîna ku ji Tirkiyê çûbû li giravên Spanyayê hate girtin
06 cot 2024
Cîhan
Ji Efrînê heta Heleb, Qamislo û Kobaniyê Newroz hate pîrozkirin
21 adr 2025
Cîhan
HSD: Tirkiyê agirbest binpê kir, droneke Bayraktar TB2 hate xistin
18 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin