Kirim: Em ê berdêla ziyanên li herêma me kiriye ji Ûkraynayê bistînin
PeyamaKurd - Serokê Parlamena Kirimê Vladimir Konstantinov ragihand ku ew ê dest bi nirxandina ziyanên hêrişên hewayî û mûşekî yên ku Ûkraynayê li ser Kirimê kiriye bikin.
Serokê Parlamena Komara Kirimê ya girêdayî Federasyona Rûsyayê Konstantinov got: “ Armanca me ya bingehîn ew e ku em ji dewleta Ûkraynayê ji bo her ziyana ku li Kirimê kirine qerebû bistînin. Hejmara ziyanên hêrişên terorîstî yên ku Kirim tûşî wan bûye û herwiha ziyanên me yên din ên ji ber kiryarên terorîstî yên Kîevê, bê guman wê li ser Ûkraynayê be.”
Konstantinov da zanîn ku hewldanên hêrişên sîstematîk ên li dijî nîvgirava Kirimê baweriya wan xurtir dike ku stratejiya daxwaza qerebûyê bikin û got : “Ti gumana min tune, em ê ji bo dayîna vê berdêlê argumentan bibînin.”
Dadgeha Hakemî ya Kirimê beriya niha, ji ber guvaşa ûzeyê li Kirimê sepandiye, doza ku li dijî hikûmeta Ûkraynayê, Wezareta Ûzeyê ya Ûkraynayê û Dezgeha Ûzeyê ya Ûkraynayê ku tê de ji Ûkraynayê daxwaza qerebûya 3 trîlyon Rubleyî (Nêzîkî 32 milyon dolar) dihate kirin pesend kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin